Ahmet Aydın
28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
CAKARTA
Serokdewletê Endonêzyayê Joko Wîdîdo êrîşa ku Îsraîlê li dijî Xezzeyê li dar xist, şermezar kir.
Wîdîdo di serdana xwe ya li herêma Sîdoarjoya li Cavaya Rojhilat de daxuyaniyek da û êrîşa Îsraîlê ya dijî Xezzeyê ya ku li Nexweşxaneya Endonêzyayê bû sedema xesarê, bi tundî şermezar kir.
Wîdîdo tekezî li wê yekê kir ku azadiya gelê Filistînê ya di bin dagîrkeriya Îsraîlê de di dîplomasiya nêvnetweyî ya Endonêzyayê de xwedî cihekî giring e û anî ziman ku dê Endonêzya di piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê de berdewam be.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê ya li Xezzeyê Eşref Qudre du bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrîşeke asîmanî ya Îsraîlê de ya li dijî xaleke eskerî ya nêzîkî Nexweşxaneya Endonêzyayê li Xezzeyê, nexweşxaneyê xesar dîtiye.
Nexweşxaneya Endonêzyayê ya ku sala 2016an li herêmê hatibû çêkirin, piştî Nexweşxaneya Dostaniya Tirk-Filistînê weke nexweşxaneya dawîn a biyanî ya li herêmê cih digire.