Tîmên girêdayê Saziya Lêgerîna Neteweyî û Rizgarkirinê ji hewa û deryayê lêgerînên xwe didomîn in.
Serokê tîma lêgerînê Palenbang Jumarîl der barê xebatan de wiha got: "30 personelên me dê li ser deryayê xebatên xwe bidomîn in. Di keştiya me de hemû derfet amade ne. Em hêvî dikin ku di lêgerînên iro de encamek baş bi dest bixin."
Hat ragihandin xebatên lêgerîne ji hawayê jî didomin û balafirên Malezya, Sîngapûr û Avûstralyayê jî alîkariyê didin wan xebatan.
Rayedar texmîn dikin ku enqazên balafirê di binê avê de ye.
Ji aliyê din ve piştî balafir winda bû, merivên rêwiyan hatin balafirgeha li Sûrabayê û li vir bendîne ku der barê balafirê de xeber were.