ERBÎL (AA) - Eniya Tirkmenên Iraqê Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF), cara ewil beşdarî hilbijartinê bû.
Berpirsyarê Cepheya Tirkmenên Iraqê yê Erbîlê Aydin Marûf daxuyanî da AAyê û got: "Ji bo me rojeke girîng û dîrokî ye. Di hilbijartinan de tu binpêkirinek çênebû. Em hêvî dikin ku ji bo Tirkmenên Erbîlê encameke baş derkeve."
Marûf hin rexneyên xwe jî anîn zimên û got ku bi tenê dikarin 5 parlamenteran bişînin parlementoyê û wiha got: "Kontenjanên ku dane me pir hindik e. Li herêmê piştî kurdan gelheya herî zêde ya tirkmena ye."
Muhammed Sadetînê ku di lîsteya tevgera Nûbûn û Guhertina Tirkmenan de bu namzetê parlementeriyê jî îdia kir ku navê gelek tirkmenan di lîsteyan de cih negirtiye û wiha pê de çû: "Ev ji bo me pirsgirekeke mezin e. Ji bo xeletî bên sererastkirin me di girtenameyên xwe de ev nivîsî. Îxmalkariyeke giştî tuneye lê em ji ber vê rewşê piçek xemgîn bûn."
Rîyaz Demîrcîyê ku bi eslê xwe Tirkmen e jî diyar kir ku ji bo raydayînê dema ku çûye navendê di lîsteyê de navê xwe nedîtiye. Demîrcî wiha got: "Mixabin min raya xwe neavêt lewra nevê min di lîsteyê de tunebû. Min qeyda xwe çêkiribû lê min navê xwe di lîsteyê de nedît."
Cepheya Tirkmenên Iraqê di sala 1995an de hat damezrandin û heta niha di hilbijartinên HKIFyê de cih negirt. Navenda vê partiyê li Kerkukê ye û ji bo hilbijartinên 2013an di bin Serokatiya Erşad Salîh de biryar dan ku dê beşdarî hilbijartinê bibin û ev biryar jî wek gaveke dîrokî hat nirxandin.