Haydar Şahin
07 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
PEKÎN
Hejmara kesên ku di erdheja bi mezinahiya 6an a li perava rojhilatê girava Tayvanê da mirin gihîşte 4an.
Buroya Meteorolojiyê ya Navendî ya Tayvanê diyar kir ku erd bi lerza 6an hejiya, 10,6 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û navenda wê jî 18,3 kîlomêtre li bakurê rojhilatê bajarê Hualîenê ye.
Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Tayvanê (CNA) rayaderan diyar kir ku ji ber erdhejê hin malên li Hualîenê tep bûn, 4 kes mirin û 247 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku hê negihîştine 82 kesên di binê enqaza avahiyan da mane.
Hat destnîşankirin ku 31 birîndar biyanî ne. Hat tesbîtkirin ku 14 birîndar ji Koreya Başûr, 9 birîndar ji Japonyayê, 2 birîndar ji Çekyayê, 2 birîndar ji Sîngapurê û birîndarek jî ji Filipînan e. Hat ragihandin ku ji bo tesbîtkirina nasnameya kesên din xebat dewam dikin.
Li gor rapora navenda rêveberiya operasyona acil a Hualîenê, ji ber erdhejê gelek avahiyên li bajêr hilweşiyan, pire hatin xwarê û rêbejan zirar dît. Hat ragihandin ku ji bê ewlehiyê lez metroyan hat daxistin, navber dan perwerdeyê, dikan hatin girtin. Ekîbên agirkujiyê û personelên leşkeriyê li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kiribû ku erd bi lerza 6,4an hejiya ye.
Li Tayvanê di sala 1999an da erd bi lerza 7,6an hejiya bû û di erdhejê da ji 2 hezar û 300î zêdetir kes miribûn.