Nihat Kavşut
17 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ANKARA
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hin qanûnên ku çûn ber destê wî qebûl kirin.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan qanûna ji bona avakirina 20 zanîngehên nû qebûl kir.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan "Qanûna Rayeyê" ya ku bi KHKyê destûra derxistina qanûnên ji bona Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê dide qebûl kir.
Her wiha Serokomar Erdogan qanûna ku verastkirinên deynên bac û prîmê û beriya eydên dînî îkramiyeya didin kesên teqawidbûyî di nav xwe da dihewîne qebûl kir.