26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
TBMM
Pêşniyaza qanûnê ya der heqê wekî "Kahramankazan" guherîna navê Kazana navçeya Enqereyê û di bin navê "Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê" de wek betlaneya fermî îlankirina 15ê temûzê di Lijneya Giştî ya TBMMyê de hat qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî de li ser "Wekî Kahramankazan guherîna navê Kazana navçeya Enqereyê û Pêşniyaza Qanûnê ya Der barê Guherîna di Qanûna Der heqê Betlaneyên Giştî û Cejnên Neteweyî de" hevdîtin hat kirin.
Piştî axaftinên ku li ser hemû û madeyan hat kirin pêşniyaz bi yekdengî hat qebûlkirin.
Dema ku li ser pêşniyazê hevdîtin dihat kirin pêşnûmaya ku AK Partî û MHPyê da hat qebûlkirin.
Li gor vê roja 15ê temûzê ya ku bi pêşniyazê pêş dibînin ku bê tetîlkirin wekî "Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê" dê bê tetîlkirin.
Li gor qanûnê navê navçeya Kazanê jî wekî "Kahramankazan" diguhere. Her wiha roja 15ê temûzê wekî "Roja Yekîtiya Neteweyî û Demokrasiyê" dê bê tetîlkirin.
Wekîla Serokê TBMMyê Pervîn Bûldan got ku wek Dîwana Serokatiya TBMMyê bila pêşniyaz ji bo gelê Kazanê bi xêr be.
Parlementer û Lokman Erturkê Şaredarê Kazanê yê ku li hêwanê wek temaşevan disekiniya û heyeta pê re li ser piya ji bo ku pêşniyaz bû qanûn çepik lê xistin.
Cîgirserok Bûldan ji bo ku sibê saet 14.00an de bicive rûniştinê girt.