MEKSÎKO
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li dewletên Amerîkaya Latîn da çû Meksîkayê. Serokomarê Meksîkayê Enrique Pena Nieto li Melsîkoya paytextê Meksîkayê pêşwaziya Erdogan kir.
Merasima pêşwazîkirinê li ber avahiya Qesra Serokomariyê hat kirin.
Di merasimê da Emîne Erdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk hazir bûn.
Wê Erdogan û Nieto bên bal hev û piştî hevdîtinên di navbera lijneyan da wê civîna çapemeniyê ya hevbeş çêkin.