DIYARBEKIR
Ji Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) komek parlementer Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) ziyaret kir.
Şaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanakê parlementer li miqamê xwe qebûl kirin.
Serokê Koma Parlementoyê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û berdevkê heyetê Salar Mehmûd axivî û got ku ew pir girîngiyê didin têkiliyên Tirkiye û herêmê, nexasim pêşveçûna têkiliyên kurdan bi qîmet e.
Mehmûd destnîşan kir, daxwaza wan ew e ku kurd li Rojhilata Navîn di warê siyasî, sosyal, neteweyî û çandî de serfiraz bibin û wiha pê de çû:
"Di warê çandî û sosyal de jî em dixwazin ku têkiliyên me xurt bibin. DÎŞI îro li Rojhilata Navîn gefeke mezin e. Dilê vê rêxistinê heye ku axa Kurdistanê dagir bike. Ji ber vê çendê ji bo me avakirina yekîtiya neteweyî girîng e. Wisa dixuyê ku hin kes rasterast û bi awayekî din piştgiriyê didin DÎŞIyê. Ji ber vê yekê serkeftina me ya li Kobanê, Kerkûkê û Mexmûrê, serkeftina demokrasiya dinyayê ye. Îro kurdan li başûr û rojavayê Kurdistanê mîsyona eniya antî terorê dane ser milên xwe. Terorîstan çi êrîş birine ser başûr çi biribin ser Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê. Firq û cudahî tuneye. Ji bo Tirkiyeyê piştgirî da ku pêşmerge derbasî Kobanê bibin, em sipasdar in."
Şaredara Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Gultan Kişanakê jî diyar kir ku ew ji bo ziyaretê kêfxweş bûn û got ku ev ziyaret ji bo têkoşîna demokrasiyê gaveke mezin e.
Kişanakê destnîşan kir, piraniya heyetê ji jinan pêk tê, ev dide nîşan ku kurd girîngiyê didin têkoşîna jinan, her wiha di heyetê de nûnerên partiyên siyasî yên din jî hene, ev jî ji bo demokrasiyê mînak e.
Heyetê pişt re DTK ziyaret kir û bi hevserok Hatîp Dîcle û Selma Irmakê re hevdîtin kir.