Önder Beyter
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Di Lîstikên Ermeniyên Ewropayê (EURO Armenian Games) ku her sal li bajarekî cuda yê Ewropayê tê lidarxistin û Ermeniyên li Ewropayê tîne cem hev da nûnerê Tirkiyeyê Ermeniyên Stenbolê bûn şampiyon.
Di lîstikên ku li Viyenaya paytextê Awistiryayê 30ê adarê-1ê nîsanê hatin lidarxistin da tîmên Stenbolê Bolsohay, Sahakyan Basketbol, Anatolia Futsal û Îstabolis nûnertiya Tirkiyeyê kirin.
Tîmên Stenbolê dexmeya xwe li Lîstikên Ermeniyên Ewropayê ku îsal 12 welat beşdar bûn, dan.
Şampiyonê futsalê Bolsohay ku Antrenor Arto Akay rêveberê wê ye, di fînalê da tîma Parîs Nubar 2-1 têk bir. Harutyan Kuranê ji Tîma Futsal Bolsohay kalevanê herî zîrek ê tûrnûvayê hat bijartin.
Di kişikê da ji Bolsohayê Arî Kîremîtçiyan ji 10î 10 bi dest xist û bû şampiyon.
Tîma Voleybolê Bolsohay jî tîma Adaam a Ermenistanê 2-0 têk bir û bû şampiyon.
Tîma Basketbolê Sahakyan ku Aleks Karakose serokatiya qefleyê dike jî di fînalê da tîma Ararat Viyana 32-12 têk bir û şampiyontî bi dest xist.
Berpirsên Bolsohaya ku Rojnameya LUYSê sponsoriya wê ya çapemeniyê hilda ser xwe, destnîşan kirin ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku tûrnûvaya sala bê li Stenbolê were kirin.
- Ji Wekilê Petrikê Giştî Serpîskopos Ateşyan pîrozbahî:
Wekilê Petrikê Giştî yê Ermeniyên Tirkiyeyê Serpîskopos Aram Ateşyan seba werzişvanên serkeftî peyameke pîrozbahiyê weşand.
Ateşyan diyar kir ku serkeftinên tîmên nûnerên Stenbolê, ew gelekî kefxweş kirin û wiha dewam kir:
"Di Cejna me ya Paskalyayê ku yek ji cejnên herî mezin ên Xirîstiyaniyê ne da em pêkva ji ber serkeftina we ya li ser navê welatê me ya di tûrnûvaya li Viyenayê da zehf şad û xweşhal in. Her serkeftinek bi ked, hewldan û baweriyê va pêk tê. Ez we hemûyan yek bi yek pîroz dikim û herwiha ligel dia û teqdisa xwe hezkirina xwe pêşkêşî we dikim."