Türkan Tosun
02 Nîsan 2018•Rojanekirin: 03 Nîsan 2018
BEXDA
Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê Qasim el Aracî got der barê ewlehiya sînorên hevpar de ew bi Urdin, Kuweyt û Erebistana Siûdî re hevkariyê dikin.
Aracî li bajarê Kerbelayê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Heyama piştî DEAŞa rêxistina terorê hewce dike ku sînor bên kontrolkirin û îstixbarat xurt bibe. Ji ber vê em bi Urdin, Kuweyt û Erebistana Siûdî re hevkariyê dikin."
Wezîrê Iraqî got sala 2018yan wê bibe sala piştgiriyê ya muhafizên ewlehiya sînor, ji bo vê jî bi hemû welatan re hevkarî wê bê kirin.