Li gor pisporan geşedanên dawiyê yên ku li bakurê Sûriyeyê pêk hatin, nîşan da ku propagandîstên Beşar Esed, DAEŞ û PKKê li ser Tirkiyeyê operasyonê dikin.
Di çarçoveya operasyonê da tiştên ku li Kobanê diqewimin, cuda nîşanî raya giştî ya Tirkiye dinyayê tê dayîn, weke ku Tirkiye piştgiriyê dide DAEŞê didin nîşan. Di her platformê da hewl dan û xwestin bidin nîşan ku Tirkiyeyê "piştgirî da komên terorîst."
Pispor bal dikşînin, kesên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê, Tirkiyeyê îtham dikin û dixwazin ku Tirkiye tenê şer temaşe bike.
Siyasetmedar û zanyarên siyasetê der heqê mijarê da daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û gotin ku li ser Tirkiyeyê operasyoneke navneteweyî tê kirin û dixwazin ku Tirkiye li hemberî herêmê dengê xwe dernexe.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay li ser îdiayên ku Tirkiyeyê piştgirî da DAEŞa rêxistina terorê sekinî û wiha got: "Armanca van hemû nûçeyan ew e ku Tirkiyeyê li herêmê pasîfîze bikin."
- Dixwazin Tirkiyê ji vî karî dûr bixin
Doç. Dr. Mehmet Şahînê Hîndekarê Zanîngeha Gaziyê got: "Dixwazin Tirkiyê wek welatekî ku alîkariyê dide DAEŞê nîşan bidin. Bi vê rêyê dê Tirkiye bibe aliyê ku xwe diparêze û jixwe ya ku dixwazin jî ev e. Li nêzî Tirkiyeyê dixwazin coxrafyaya siyasetê ji nû ve saz bikin û ji bo vê jî hin plan tên kirin. Herwiha daxwaza wan ew e ku dema planên xwe bikin rewacê Tirkiyê li hemberî xwe nebînin û ji ber vê yekê jî Tirkiyê wek dewleteke ku alîkariyê dide DAEŞê nîşan didin û sûcdar dikin. Em dikarin vê yekê wekî rê li ber girtina Tirkiyê binirxînin."
- Esed, DAEŞ û PKK/PYD li Sûriyê bûne yek
Prof. Dr. Mazhar Bagli got ku Esed, DAEŞ û PKK/PYD li Sûriyê bûne yek û zirarê didin herêmê û wiha axivî: "Li Sûriyê Esed, DAEŞ û PKK/PYD ji bo berjewendiyên xwe bêxem tevdigerin û guh nadin rastiyên civakî. Ya ku dê rê li ber vê mekanîzmaya sê alî bigre tenê Tirkiye ye. Lê ji bo Tirkiye nikaribe rê li ber wan bigre, midaxeleyî wan neke jî rêyek dîtin. Tirkiye wekî piştgirê DAEŞê nîşan dan û hemû rêyên li pêşiya wê girtin."