ÇANAKKALE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Esed û DÎŞI ji heman hişmendiya seqet derketine. Her du jî di destê heman hişmendiyê da lîstik in."
Serokomar Erdogan di bernameya "Neferên Abi Heyatê yên Serkeftinê" ya ku Wezareta Tenduristiyê bi minasebeta Cejna Tipê ya 14ê Adarê çêkir da axivî.
Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku Cejna Tipê ya 14ê Adarê ji bo Tirkiye û xebatên tenduristiyê bibe wesîleya xêrê û wiha got: "Ez sipasiya Wezareta Tenduristiyê, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û ekîba wî dikim ku bi wesîleya Cejna Tipê ya 14ê Adarê, em salvegera 100emîn a Serkeftina Çanakkaleyê îdraq dikin."
Erdogan di axaftina xwe da got ez yên ku li eniyên şer ên Şerê Îstiqalalê û Şerê Çanakkaleyê da mirin, bûn xazî û personelên sihiyeyê bi bîr tînim.
- "Esed û DÎŞI ji heman hişmendiya seqet derketine"
Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Esed û DÎŞI ji heman hişmendiya seqet derketine. Her du jî di destê heman hişmendiyê da lîstik in."