Fermandarê Tûgaya 1emîn a Pêşmerge ya Kerkûkê Hîwa Evdilah diyar kir ku di operasyonên ku li herêma Beşîrê li hemberî DAEŞê hatin meşandin de heta niha hêzên ewlekariyê bi tu awayî ji ber mezheb û nijada wî zirar neda tu kesî.
Evdilah li gundê Yermûkê yê 35 kîlomêtro li başûrê Kerkûkê civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê operasyona ku ev hefteyek e li dijî DAEŞê dimeşînin de agahî da.
Evdilah destnîşan kir ku ligel alîkariya êrîşên hewayê ya firokeyên koalîsyonê wan bi dehan gund ji rêxistina terorê stand û di operasyonan de gelek milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Evdilah diyar kir ku ji hezîrana 2014an û heta niha di operasyonên rizgarkirina gundan de wan bi tu awayî ji ber mezheb û nijada wî zirar neda tu kesî û wiha pê de çû:
"Ev bi roj in ew herêmên em dikin ku rizgar bikin ên birayên me yên ereb in. Ji ber ku dixwazin ji DAEŞê xelas bibin ji destpêkê û heta niha piştiriyê didin me. Bi taybetî ji ber nijad û mezheba wan me zirar neda tu kesan. Di çanda me de bi tu awayî tiştekî wiha tuneye. Nûçeyên ku dibêjin Pêşmerge miemeleya xirab bi erebên ku xwe spartin me û yên li herêmên di kontrola me de ne dike, derew in."
General Evdilah ji bo pirsa rojnamegerekî ya, "Gelo hûnê ber bi navçeya Hawiceyê ya di kontrola DAEŞê de jî biçin?" got ku ew bi gavên bi xwe bawer berdewam dikin û heke ku emir were ewê bikaribin Hawiceyê rizgar bikin.