Nihat Kavşut
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Eşkere ye ji bona Neteweyên Yekbûyî reform lazim e ku reqabetê dernaxe pêş û li ser çareserkirina meseleyan disekine. Ji hêlekê va însan tên kuştin û xazên kîmyayî tên emilandin, lê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber reqabeta nav dewletan bersivê nade, êşa mirovahiyê û wehşetê nade sekinandin."
Yildirim der barê meseleya Qerebaxa Jorîn da wiha got: "Gelek rêxistinên navneteweyî û organîzasyon vê niheqiyê qebûl dikin û dibêjin divê bê guherandin, lê mixabin hê di vî warî da gav nehatine avêtin. Bawer dikim ku wê heq bi cî were û kesên xeletiyê dikin bersivê hildin."