Önder Beyter
15 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
KERKÛK
Li Iraqê li başûrê bajarê Kerkûkê li nêzîkî bajaroka Riyadê di operasyona hêzên ewlekariyê ya dijî rêxistina terorê DEAŞê da 11 terorîst hatin kuştin.
Berpirsê Çapemeniyê yê Fermandariya Tumena 2yemîn a Polêsên Dijeterorê Muntazar es-Sadî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li herêmê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da li nêzîkî bajaroka Riyadê 11 milîtanan hatin kuştin.
Sadî diyar kir ku ew di çarçoveya îstixbarata ku ji herêmê tê da operasyonê didomînin.
Sadî bal kişand ku rêxistina terorê zirarê dide xelkê herêmê û herwiha ji bo ku herêm ji van milîtanan were safîkirin, ew ê van operasyonên xwe bidomînin.