Türkan Tosun
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 30 Tebax 2018
QUDIS
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku hatiye dagirkirin 27 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê, li Şerîeya Rojava bi şev bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" 27 Filistînî hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê her tim li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê diavêje ser malan û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dike.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da nêzî 6 hezar Filistînî hene.