Önder Beyter
24 Adar 2019•Rojanekirin: 24 Adar 2019
Filistîniyê ku di midaxaleya duh a dijî xwepêşandanên aştiyane yên "Meşa Vegera Mezin" ên li Xezeya dorpêçkirî da bi guleya eskerên Îsraîlê birîndar bûbû, şehîd bû.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ku li Xezeyê ye, Hebîb el-Misriyê 24 salî ku duh li bakurê Xezeyê di midaxeleya dijî xwepêşandanan da ji sîngê xwe birîndar bûbû, şehîd bû.
Filistînî ji 30ê Adara 2018an vir va li ser sînorê Xezeya dorpêçkirî yê aliyê Îsraîlê bi navê "Meşa Vegera Mezin" xwepêşandanên aştiyane li dar dixin.
Eskerên Îsraîlê jî bi fîşengên rasteqîn gule berdidin gelê sivîl ku dixwazin vegerin ser cih û warê xwe û herwiha dixwazin dorpêça dereqanûnî ya li ser Xezeyê were rakirin.
Di midaxaleyên eskerên Îsraîlê yên xwepêşandanên ku ji 30ê adarê vir va didomin da ji 230î zêdetir Filistînî şehîd bûn.