Ekrem Biçeroğlu
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2023
Li bajarê Cenînê yê Şerîeya Rojava ya dagirkirî 2 Filistînî bi guleyên eskerên Îsraîlê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, Îzedîn Hamamîra (24) û Emced Ednan Xelîliye (23) gava diçûn kar, li biniya bajaroka Cebeyê ya bajarê Cenînê di wesayîta xwe da hatin kuştin.
Di nûçeyê da nehat diyarkirin ku eskerên Îsraîlê çima gule berdan wesayîtê.
- Filistîniyê ku ji hêla eskerên Îsraîlê hatibû birîndarkirin mir
Ji aliyekî din va di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê da hat diyarkirin, Yezîn Samîr el-Caberiyê 19 salî yê ku di 2yê Rêbendanê da di dema biserdagirtina eskerên Îsraîlê ya li bajarê Cenînê da birîndar bûbû, li nexweşxaneya dihat tedawîkirin mir.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, hejmara Filistîniyên ji hêla eskerên Îsraîlê va hatin kuştin, ji serê salê vir va 3 jê zarok derket 12 kesan.