Muhammet Nazım Taşcı
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2023
Li bajarokeke Pakistanê xaza siruştî dertê ser rûyê erdê û şêniyên herêmê bi salan e bi rêbazên xwe di malên xwe da dixebitînin. Ji bo derxistina xaza siruştî li bajarokê şûna sondajê xortom, şûna rafîneriyê bareqe heye. Li bajarokê xaza siruştî ji dêvla xetên boriyan yên milyar dolarî di poşetên 25 quruşî da dibin malên xwe.

Li bajaroka Banda Dawud Şah a li ser eyaleta Hayber Pahtunhvayê ya Pakistanê, xaza siruştî ji binê erdê bi xwe dertê ser rûyê dinyayê.
Li herêmê feqîrî û xizanî zêde ye, gel bi rêbezên xwe xaza siruştî derdixin û dibin malên xwe.
Li herêmê tu binesazî tuneye. Xaza siruştî ji dêvla rafîneriyê di bareqeyan da tê belakirin û gel di poşetan da xazê dibe mala xwe.
Nûçegihanê AAyê dîmena derxistin û belakirina li malan a xaza siruştî kişand, bi şêniyên bajarokê ra axivî.

Şêniyên herêmê jî dizanin ku ev rêbaza derxistin û birina malê talûke ye. Lewra li herêmê ji ber vê berî niha gelek kes mirine û birîndar bûne. Lêbelê gel ji ber feqîrî û bihabûnê nikare tupan bistîne. Xaza ku ew dibin malên xwe li gor tupan ji sedî 70-80 erzan e.
Ji ber ku xaza siruştî di eraziyê wan da dertê jî, şêniyên bajarokê pere nadin xaza siruştî.
Kesên ku di eraziyê wan da xaza siruştî tuneye jî pêdiviya xwe ji bareqeyan pêk tînin. Zarokên ku di bareqeyê da ne, xaza siruştî dixin torbeyên şêniyên bajarokê.
Kevaniya malê rojane ji malxwe nan, nok û poşêtek xaza siruştî dixwazin.
Ji bo derxistina xazê xortomekê bi kar tînin û vaneyek kirine serê xortomê. Poşêtek nîvendî di 20-25 deqîqeyan da tije xaza siruştî dibe. Ji bo ku li malê bi kar bînin, pêdiviya wan bi pompeyekê heye. Ev pompe jî bi 2 hezar rupî ye (nêzî 165 lireyê Tirk). Bi vê pompeyê kevanî li ser xaza siruştî ya nava poşêtan xurek çêdikin. Poşêtek xaz 2 saetan diçe.
Hinek çendîn caran heman poşetî bi kar tînin, heta ji ber ku qul bûne jî poşet hatine pînekirin.
Xaza di nava poşetan da wekî bombeyekê ye, ji bo teqîna wan çirûskeke agir jî têrê dike.
Ji şêniyên bajarokê Hazret Canan ji nûçegihanê AAyê ra got ku şêniyên herêmê tengasiyeke mezin dikişînin, ji ber ku pêdiviya wan pê heye gel di poşetan da xazê dibin mala xwe û ew dizanin ku ev tiştekî çi qas bi talûke ye.
Canan ji hikûmetê xwest ku seba wan binesaziya xaza siruştî çêkin.