Dinya

ETAyê xwe di 5ê gulanê da fesx bike

ETAya ku li bakurê Îspanyayê û başûrê Fransayê têkoşîna avakirina dewleteke serbixwe dide ew ê meha gulanê xwe fesx bike.

Haydar Şahin  | 19.04.2018 - Rojanekırın : 20.04.2018
ETAyê xwe di 5ê gulanê da fesx bike

Madrid

MADRÎD

Hat ragihandin ku rêxistina Azadî û Warê Baskê (ETA) ya ku li bakurê Îspanyayê û başûrê Fransayê têkoşîna avakirina dewleteke serbixwe dide ew ê meha tê xwe fesx bike.

EFEya ajansa xeberan a fermî ya Îspanyayê nivîsî ku rêxistinê di çalakiyeke 5ê gulanê da li Bayonaya bajarê herêma Baskê ya Fransayê were lidarxistin da biryara feshkirinê eşkere bike.

Televizyona kamuyê ya Baskê (ETB) jî diyar kir ku rêxistinê di hefteya ewil a gulanê da daxuyaniyê bide.

ETAya ku di sala 1959an da hat avakirin li bakurê Îspanyayê û başûrê Fransayê têkoşîna avakirina dewleteke serbixwe ya Baskê dide. Sûc diavêjin ser ETAyê ku ji 800î zêdetir meriv kuştine.

ETAyê di nîsana 2017an da îlan kiribû ku dev ji sîlahan berdaye. ETA hê jî di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Eropayê û Amerîkayê da cî digre.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.