İbrahim Atmaca
02 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Gulan 2019
Qutûb el Erebiyê rayedarê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) a li Misrê li ser hesabê xwe yê Facebookê der heqê plana Amerîkayê ya Îxwanê tevî lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî bike da daxuyanî da û diyar kir, piştî ku Qesra Spî roja sêşemê daxuyanî da, îhtimaleke mezin rêvebiriya Amerîkayê wê Îxwanê tevî lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî bike.
Erebî destnîşan kir ku ev plan wê nikaribe dawiya teşkîlatê bîne, ji bo vê planê berteka herî mezin wê ji aliyê Îxwan û hêzên Îslamî yên din va were dayîn.