Şêx Osman Ebdulezîz li herêma Kurdistana Iraqê çalakiyên îslamî da dest pêkirin û tevgera Îslamî" ava kir. Kurê wî Şêx Ebdurrehman Osman daxuyanî da AAyê û diyar kir ku AK Partî naşibe partiyên din yên ereban û gelek tişt hene ku misilmanên dinyayê dê ji vê partiyê hîn bibin.
Şêx Ebdurrehman xebatên xwe li bajarê Hewlêrê didomîne. Ebdurrehman der barê partiyên muhefazakar de ji nûçegihanê AAyê re axivî.
"Wî reberî kir ku li Herêma Kurdistanê teşkîlata Birayê Misilman bê avakirin"
Şêx Ebdurrehman diyar kir ku bavê wî Şêx Osman li Iraqê û li herêma Kurdistanê rêberî kir ku Tevgera Birayên Misilman bê avakirin û wiha got: "Şêx Osman alimekî wisa bû him Birayên Misilman (Îxwanî Muslimîn) û him jî medreseyên din dixwestin ku ji ilmê wî îstifada bikin. Şêx Osman ji ber ku li Kurdistanê aktîf bû xebatên xwe bêasteng dewam dikir. Ji ber ku xitabî gelek kesî dikir hikûmeta Iraqê dengê xwe dernedixist."
Şêx Ebdurrehman diyar kir ku medreseyên li Helepçeyê û xebatên li wir hatin kirin bûn bingeha tevgera îslamî û wiha pê de çû:
"Li herêma Kurdistanê û bi taybetî Helepçeyê gelek medreseyên ku dersên îslamî dane hene. Di wan medreseyan de xwendekarên ku ji Îran û Iraqê hebûn. Kalê min Şêx Ebdulezîz û bavê min Şêx Osman û Mela Salih medrese wek navendên tevgerên îslamî bi kar dianîn. Di medreseyan de fikrên îslamî dihatin dayîn û armanca van perwerdeyan ew bû ku alimên îslamê bigihînin. Xebatên van kesan pir bi nav û deng bûn û haya her kesî jî ji vê hebû."
"Hereketa Îslamî şervan şandin Kurdistanê"
Ebdurrehman diyar kir di sala 1987an de ji ber zordestiya hikûmetê bavê wî Şêx Osman û 11 hezar kes bi mecbûrî bunê koçber û çûne Îranê. Ebdurrehman wiha got:
"Piştî vê koçberiyê bi mecbûrî Tevgera Îslamê di demeke kur de li Îranê rêxistina xwe ava kir û ji bo ku piştgiriyê bide tekoşîna herêma Kurdistana Iraqê şervan şande wir. Bi rastî di nav rêxistinên kurdan de tunebûna tevgera îslamî valahiyek çêkiribû. Tevgera Îslamî tevgerek bû ku vê valahiyê tije bike û alim jî di vê pêvajoyê de cih bigrin. Li Kerkûk, Xaneqîn û Hewlêrê pêşmergeyên girêdayî tevgera îslamî di eniyan de li hember leşkerên Saddam şer dikirin û bi ser diketin. Mesud Barzanî û Celal Talabanî ji ber ku hêza vê tevgerê dizanibûn hurmeta bavê min digrtin. Bi taybetî jî Barzanî pir qîmet dida bavê min."
"Partiyên Muhefazakar ji vê tevgerê derketin holê"
Ebdurrehman ragihand ku Tevgera Îslamî hê jî li Helepçeyê xebatên xwe didomîne lê êdî eleqeya wê û tevgera ku bavê wî ava kiriye nemaye û gotinên xwe wiha domand:
"Em dixwazin ku navê Partiya Tevgera Îslamî biguhere, heke ev ne mimkûn be jî qet nebe navê bavê min û mîsyona wî bila ji hêla vê partiyê ve neyê bi kar anîn."
Ebdurrehman diyar kir ku piştî mirina bavê wî Tevgera Îslamî perçe perçe bûye û Komala Îslam, Ensarul Îslam û Partiya Yekitiya Kurdistanê (Yekgirto) derketine hole.
Ebdurrehman der barê AK Partiyê de jî axivî û got ku divê AK Partî wek mînak bê şopandin. Ebdurrehman wiha dewam kir:
"AK Partî naşibe partiyên din yên ereban. Gelek tişt hene ku misilmanên dinyayê dê ji vê partiyê hîn bibin. Îxwan piştî 85 salan hat ser hikûm lê bi ser neket ku li wir bimîne. Ji hêla leşkerî, dad û hêlên din de guherînên cidî nekir, wek Ak Partiyê siyaseteke bibasîret nemeşand. Heke partiyên me yên li vir siyaseta AK Partiyê bişopînin dê qezenc bikin. Dengên muhefazakar ên li Kurdistanê li gor hilbijartinên din kêm bû. Ji ber vê divê xwe nû bikin û siyaseta xwe biguherînin."
Ebdurrehman diyar kir ku dema ku Necmettîn Erbakan serokwezîr bû wî nûnertiya Tevgera Îslamî ya Enqereyê kiriye.
Ebdurrahman Osman destnîşan kir ku pêwendiyên Tirkiyê û HKIFê niha pir baş in û wiha got:
"AK Partî daxwaz û hêviyên me bi gelekî pêk anî. Ez bawer im ku pêvajoya çareseriyê ya ku bi serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye destpêkirin dê bisekeftî be. Di dema Erbakan de jî hîn hewl hatibûn dayîn lê ser neketîbûn. Bi pêvajoya çareseriyê ve mafên kurdan yên ku jê mehrum mane tên dayîn. Bi kurdiya ku hatibû qedexekirin îro di televizyona dewletê de 24 saetan weşanê dikin. Di zanîngehan de perwerdeya lîsans û lîsansa bilind tê dayîn. Ev pêşketin bi rastî jî ji bo me pir girîng e û me bawer nedikir ku çêbibe."
"Weşana AAyê ya Kurdî gaveke pir girîng e"
Ebdurrehman diyar kir ku divê mirov weşana kurdî ya Anadolu Agencyê wek gaveke demokratîkbûnê bibîne û bereket û aramiya pêvajoya çareseriyê dê bi van xebatan ve ser bikeve.