14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
BOGOTA
Hêzên Şoreşgerê Çekdar ya Kolombiyayê (FARC) ji sedî 30yê sîlahên xwe teslîmî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peyman îmze kiribûn û li gor peymanê dibê hetanî 20ê hezîran teslîmkirina sîlahan bê temamkirin. Pêvajoya çekdanînê li 26 ciyên ku li welêt hatin avakirin di bin çavdêriya Mekanîzmaya Piştrastkirin û Teqîbkirina Agirbestê ya NYyê da dewam dike.
Ji xêncî herêmên din li Buenos Aîresa li ser herêma rêveberiya Coucayê teslîmkirina sîlahan zindî hat weşandin û bi vê teslîmatê va ji sedî 60î tevahiyê sîlahan hatin teslîmkirin.
Li La Elvîraya navenda kombûnê di bin çavdêriya General Javîer Perez Aquînoyê Fermandarê MM&V ya NYyê sîlah hatin kontrolkirin û avêtin konteynera NYyê.
"Meşa ber bi jiyana sivîl a FARCê nîşaneya pêvajoya aştiyê ye"
Ji ber rewşa hewayê Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos beşdarî merasima teslîmkirina sîlahan nebû, Şefê Misyona Kolombiyayê ya NYyê Jean Arnault û Pablo Catatumboyê ji rêvebirên rêxistinê beşdarî merasimê bûn.
Arnault bal kişand ser zor û zehmetiyên ku di vê rêyê da kişandin û got dibe ku di pêşerojê da pirsgirêk jî derkevin û wiha axivî: "Meşa ber bi jiyana sivîl a FARCê nîşaneya pêvajoya aştiyê ye."
Catatumbo bal kişand ser sûîqestên ku komên paramîlîter dibin ser rêveberên herêmî yên FARCê û got ji hikûmetê daxwaza wan ew e ku ji xêncî îmkanên aboriyê bira garantiya jiyanê jî bide.
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ji bajarê Caliyê merasim teqîb kir û got berê kesî eva pêvajoya xeyal nedikir, ji bo xebata wan ji herdu aliyan ra sipas kir.