14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
HEWLÊR
Sererkanê Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê Cemal Emînkî diyar kir ku PKKya rêxistina terorê bi navbeynkariya milîtanên herêmî va bi hêzên Heşdî Şebiya ya ku Îran piştgiriyê didê ra tev digere.
Emînkî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê têkiliya milîtanên YBŞya girêdayî PKKê ya li Şengala navçeya Mûsilê û Heşdî Şebiyê da agahî da.
Emînkî diyar kir ku YPGya li Sûriyeyê û YBŞya li Şengalê girêdayî Qendîl ne û ji PKKê emir distînin û got, "Kêm zêde 1000 milîtanên YBŞê yên li Şengalê di bin banê Heşdî Şebiyê da çalakiyan dikin û mehaneyê distînin."
Emînkî destnîşan kir ku PKK bi navê YBŞê va bi Heşdî Şebiyê ra dixebite û got, "Têkiliya di navbera PKK-Heşdî Şebiyê da eşkere ye. Yên ku mehaneyê didin milîtanên YBŞê dikarin sîlahan jî bidinê.
Emînkî got Îran dixwaze ku hîlala şiiyan di navbera Îran, Iraq, Sûriye û Libnanê da ava bike, ji bo vê projeyê Şengal pireyeke girîng e û dixwaze vê derê bivkar bîne û got, "Li herêmên ku pêşmergeyan ji DEAŞê xilas kirin rêyekê ji aliyê Sûriyeyê ra venebe. Ev mimkûn nîne. PKK dixwaze ku li Şengalê wezîfeyeke wisa bi cî bîne lêbelê em ê destûrê nedin ku ew û şiî li herêmê hespê xwe bibezînin."