ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) bi farisî dest bi weşanê dike.
AAya ku bi 8 zimanan weşana nûçeyan dike, wê ji 1ê Îlona 2015an pê ve bi weşana farisî ve jî nûçeyan bigîhîne aboneyên xwe. Ofîsa AAyê ya li Tehranê jî wê bi awayekî fermî di heman rojê de bê vekirin.
Armanca AAyê ew e ku di sala 2020an de bi 11 zimanan weşanê bike. Ajansa Anadoluyê niha ji bilî tirkî, îngilizî, erebî, BSH (boşnakî, sirbî, hirwatî), rûsî, kurdî, frensî û arnawûdkî weşanê dike û ji bo ku li van zimanan farisî jî bê zêdekirin xebatên xwe temam kir.
Li Îran, Efxanistan û Tacikîstanê farisî tê axaftin. Ji bo girîngiya civakî, çandî, dîrokî, aborî û jeostratejîk, ajansê jî girîngî da zimanê farisî û xebatên xwe bi baldarî domand. Beşa farisî ya ku ev demek e weşana testê dike, bingeha xwe amade kir ku nûçeyan bide medyaya Îran, Efxanistan û Tacikîstanê. AAyê ji bo weşana farisî xebatên xwe temam kir û wê li welatên ku farisî lê tê axaftin nûçeyên farisî servîs bike.
Ajansa Anadoluyê ji bo ku di nava ajansên cihanê yên herî bibandor de cih bigire ku ev ji xwe re kiriye armanc, bi beşa Farisî ve wê bi 9 zimanan xizmeta nûçeyan bike. Tê plankirin ku weşana farisî di 1ê îlonê de dest pê bike. Geşedanên dinyayê yên di qada werzîş, aborî, turîzm jiyan, çand û hunerê di bin banê Edîtoriya Nûçeyên Farisî wê bi wêne û dîmenan ve bên weşandin. Ajansa Anadoluya ku rêbazên wê "Pêewlebûn, bêalîbûn, etîkbûn û bilezbûn" in dixwaze ku bi weşana farisî ve di medyaya herêmê de bibe bêhneke nû.
- Ofîsa AAyê ya Tehranê vedibe
Ajansa Anadoluyê ji bo beşa farisî li Tehranê ofîseke nû vedike. AA bi nûçegihanên xwe yên xwedî tecrûbe ve wê bûyerên di rojeva Îran, Efxanistan û Tacikîstanê de bike nûçe.
Nûçeyên farisî yên Ajansa Anadoluyê ji 1ê îlonê pê ve wê li ser navnîşana (http://www.aa.com.tr/fa)yê bên weşandin. Ji bilî vê nûçe, dîmen û wêne jî wê li ser Sîstema Nûçeyan (HAS) bigîhîjin aboneyan.
Ofîsa AAyê ya li Tehranê jî bi awayekî fermî wê di 1ê Îlona 2015an de bê vekirin. Burokratên tirk û îranî, nunerên saziyên çapemeniya îranê yên hilbijartî wê beşdarî vekirinê bibin. Di heman demê de li Stenbolê jî dê di beşa farisî de resepsiyonek were dayîn. Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu jî wê beşdarî resepsiyonê bibin.