ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku mizakereyên teknîk ên peymana der barê operasyonên li dijî DAEŞê yên di navbera Tirkiye û DYAyê de temam bûn, ji aliyê meqamên leşkerî ve îmze hatin avêtin.
Çavuşoglu bi Wezîra Karên Derve ya KKTCyê Emîne Çolak re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist. Di civînê de der barê mijara operasyonên hevpar ên Tirkiye û DYAyê yên li dijî DAEŞê de ji Çavuşoglu pirs pirsîn. Çavuşoglu bi bîr xist ku di daxuyaniya xwe ya duh de got ku wek parçeyeke mutabaqata Tirkiye û DYAyê hevdîtinên der barê operasyonên taybet de temam bûn û destnîşan kir ku ev agahî rast e. Çavuşoglu axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Piştî wê daxuyaniyê ev prosedur ji aliyê meqamên leşkerî yên Tirkiye û DYAyê ve jî hat îmzekirin. Ev di rastiya xwe de mijareke teknîk e. Ango agahiyên wekî ku di navbera nêrînên Tirkiye û DYAyê de nakokî heye tên weşandin. Tabî min vir got ku hevdîtin temam bûn. Min negot ku îmze hatin avêtin. Dibe ku berdevkên amerîkayî mijara îmzeyê destnîşan kiribin û daxuyaniyeke wekî 'Temambûna hûrguliyan gelekî nêz e.' dan. Ango di nav van de tu nakokî tune. Dibe ku ji ferqa saetê agahî derengtir çûbe wir. Ango daxuyaniyên me yên duh rast in. Ji aliyê meqamên leşkerî ve jî îmze hatin avêtin. Operasyonên hevpar dê kengî bên kirin ev bi temamî mijarên wisa ne ku dê meqam û saziyên eleqedar bi rê ve bibin."
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu pêr hevpeyvînek dabû ajanseke nûçeyan a biyanî û gotibû ku "Mizakereyên teknîk ên peymana der barê operasyonên li dijî DAŞê ya bi DYAyê re temam bûn' û rayedarên birêvebiriya DYAyê jî diyar kiribûn nikarin teyît bikin ku peyman temam bûye.