Fatih Gazioğlu
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Huseyin Ferîdunê birayê Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê ji ber sûcê "gendeliyê" 5 sal cezayê hepsê xwar.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Îranê, Berdevkê Rêvebiriya Darazê Huseyin Îsmaîl li Tehrana paytextê welêt civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Huseyîn Ferîdun 5 sal cezayê hepsê xwariye.
Rêvebiriya Darazê ya Îranê di meha gulanê ji ber sûcê "gendeliyê" 7 sal cezayê hepsê dabû Huseyîn Ferîdun. Ferîdun li ser vê îtiraz kiribû. Daraza Îranê li ser vê cezayê hepsê wek 5 sal tesdîq kir.
Huseyîn Ferîdun di navbera salên 1989 û 1997an da wek balyoz li Kuala Lumpurê wezîfe kiribû.
Ferîdun ji hêla mixalifan va bi "gendelî, bertîl û bi rêyên neheq ji bo bankeyê wezîfedarkirina midûrê giştî" dihat sûcdarkirin.
Ferîdun di meha tebaxê ya sala 2017an da di çarçoveya lêpirsîneke gendeliyê da hatibû girtin û paşê bi kefaletê hatibû berdan.
Alîgirê Rûhanî jî sûcên der heqê Ferîdun da red dikin û dibêjin ev sûcdarkirin 'siyasî' ne.