Haydar Şahin
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Fîrariyên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên li Amerîkayê daxuyaniyan didin medyaya rastgir a li Amerîkayê û Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) jî tev mizgeftên Diyanetê wekî hedef nîşan didin.
Hollie McKayê di malpera koma Foxê da nivîseke bi serenavê "Mixalif dibêjin Tirkiye mizgeftên li Amerîkayê ji bo lîstikên sîyasî û sixuriya ji bo dijminan bi kar tîne" nivîsî û di nivîsê da hat gotin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan "netewperweriya Îslamî ya xwe" bi navbeynkariya van mizgeftan va belav dike.
Tişteke ku balê dikişîne jî ew e ku di makaleyê da DCAya Serokomar Erdogan di sala 2016an da vekiribû wekî hedef hat nîşandan.
- Îftiraya FETOyê
Di nivîsê da hat îdiakirin ku DCAya xebatên serkeftî dike û mizgeftên girêdayî Serokatiya Karûbarên Diyanetê yên li Amerîkayê li ser navê îstixbarata Tirkiyeyê kesên têkildarê FETOyê teqîb dikin.
Di nivîsê da bal kişandin ser alaya Tirkiyeyê ya li pêşiya DCAyê hatiye dardarkirin û tê gotin ku ji 20î zêdetir mizgeft di bin banê Serokatiya Karûbarên Diyanetê da dixebitin.
Di nivîsê da kesekî ku navê wî nehat dayîn lêbelê ji bo wî dibêjin ku "berê di saziyeke alîgirê Gulen da xebitiye" îftirayê diavêje DCAyê û dibêje dibe ku endamên FETOyê rastî êrîşê werin naçin DCAyê.
Heman kes îftirayê diavêje û dibêje ku li mizgeftên Tirkiyeyê afîşên li ser wan "Gulenîst nikarin têkevin" hatine nivîsandin darda kirine, endamên FETOyê ditirsin ku ji van mizgeftan werin revandin.
Fox Newsê bersiv neda pirsên nûçegihanê AAyê.
- Berteka li dijî Foxê
Fatîh Kancayê Wekîlê Mişawirê Xizmetên Dînî yê Amerîkayê bertek nîşanî nivîsa Fox Newsê da û got ku ev îdia "bêbingeh û bi meqsed" in. Kanca wiha axivî: "DCAyê tu carî zimanê cudakar bi kar neaniye û ew ê neyne jî."
Kanca daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hetanî nika ji mizgeftan tu kes nehatiye qewitandin û bûeyereke wisa neqewimî ye.