Türkan Tosun
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
RAMALLAH
Meclisa Îsraîlê pêşnûmaya "dewleta netewî ya Cihûyan" ya ku niqaş li ser dihat kirin, wek qanûn qebûl kir.
Li ser vê Rêxistina Rizgarkirina Filistînê û Hemasê ev biryar şermezar kirin.
Sekreterê Giştî yê Lijneya Rêveberiyê ya Rêxistina Rizgarkirina Filistînê Saîb Ureyqat got Îsraîl nijadperestiyê dike û bi van qanûnan ve xwe dixe nav sîstemeke nijadperest û cudakar.
Ureyqat qanûna nijadperest a ku li meclisa Îsraîlê hat qebûlkirin şermezar kir û got ev qanûn gelê herêmê tune hesab dike, nêrîna dagirker a nijadperest xurt dike.
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Rêxistina Rizgarkirina Filistînê Henan Eşrawî jî got ev hewldanên Îsraîlê yên ku dixwaze hebûna Filistînê tune bike bêqîmet in, lewra gelê Filistînê wê xweditiya ax û heqên xwe biparêze.
Berdevkê Hemasê Fewzî Berhum jî got bi vê qanûnê va heqê gelê Filistînê, heqê wan ên dîrokî yên li ser van axan, mal, milk û çavkaniyên wan hedef tên girtin.
Berhum got ev qanûn ne li gor hiqûqê ne û di rastiyê de hikmê wan tune, ewê tu tiştî neguherîne.
Pêşnûmaya qanûnî ya ku muxalefet li hember derdikeve, serê sibê li meclisê hatibû qebûlkirin.
Di raydayînê da 55 kesan raya "na"yê, 62 kesan jî raya "erê"yê da û pêşnûma li meclisê hat qebûlkirin.
- Pêşnûmaya qanûnê ya dewleta netewî ya Cihûyan
Li Îsraîlê Qanûna Bingehîn tune, şûna vê qanûna dewletî ya di asta "qanûnên bingehîn" de ye heye ku Îsraîl ji bo hemû Cihûyên li ser erdê dinyayê wek dewleteke nijadî û dînî tê qebûlkirin.
Bi vê pêşnûmayê va Erebî wê êdî nebe zimanê fermî, şûna wê Îbrî wê bibe zimanê fermî.
Ji bilî vê ev made jî wê bên qebûlkirin; "Li welêt bi tenê Cihû dikarin qedera xwe tayîn bikin. Îsraîl dewleta Cihûyan e. Îsraîl welatê dîrokî yê hemû Cihûyên li dinyayê ye. Heke di hiqûqê de valahiyek hebe, şûna wê şerîata cihûyan wê bikeve rewacê. Hemû Cihûyên li ser rûyê erdê dikarin vegerin Îsraîlê, heqekî wan ê wisa heye. Rojên dînî yên Cihûyan wê wek rojên fermî bên qebûlkirin û paytextê Îsraîlê Quds e."
Bi vê pêşnûmayê va hebûna dîrokî ya Filistîniyan a li ser van axan ji holê tê rakirin. Ji Cihûyan re tê gotin ku ew dikarin vegerin Îsraîlê, lê ji bo Filistîniyên ku di sala 1948an de ji welatê xwe hatine qewirandin ev heq nayê dayîn.