Sümeyye Dilara Dinçer
12 Gulan 2022•Rojanekirin: 13 Gulan 2022
Hat ragihandin Finlandiya ji bo îtifaqa dema Şerê Rûsya-Ukraynayê mezin bibe û rêya wê vebe wê serî li endamtiya NATOyê bike.
Serokomarê Finlandiyayê Saulî Nîînîsto û Serokwezîr Sanna Marîn daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: "Ji ber ku êdî dema biryardayînê nêzîk bûye, ji bo agahî dayînê em fikrên xwe yên hevpar bi parlamenteran û partiyan didin zanîn."
Hat gotin divê Finlandiya beyî ku dereng bimîne serî li NATOyê bide, ji bo biryar bê dayîn di rojên pêş da gavên bileztir wê bên avêtin.
Hat destnîşankirin ji bo îtifaqa dema Şerê Rûsya-Ukraynayê mezin bibe û rêya wê vebe wê serî li endamtiya NATOyê bê kirin, endamtî wê ewlehî û parastina Fînlandiyayê xurttir bike.
Bendê ne ku Swêd jî di rojên pêş da serî li endamtiya NATOyê bide.