Hamdi Yıldız
12 Gulan 2022•Rojanekirin: 12 Gulan 2022
Nûçegihana qanala televîzyona Al-Jazeerayê Şîrîn Ebû Akîle li Cenîna bajarê Şerîaya Rojavayê hatibû kuştin ku derket holê di navbera wê û eskerên Îsraîlê da 150 mêtro mesafe hebû.
Di nûçeya rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê da hat gotin, li gor lêkolîna ewil hê nehat eşkerekirin ku dema Ebû Akîleyê wezîfeya xwe bi cih dianî ew ji hêla guleyên aliyê Îsraîlê an jî yên hêzên çekdar ên Filîstînî va hat kuştin.
Hat gotin dema gule hatiye berdan ew 150 mêtro dûrî eskerên Îsraîlê bûye.
Li gor nûçeya Haaretzê hêzên Îsraîlê di operasyona Cenînê da bi dehan caran gule berdan, lê hê nayê zanîn ku guleya li Ebû Akîleyê ket ji hêla Îsraîlê an jî Filistînê va hatiye berdan.
Hat destnîşankirin guleya 5.56 mm ya serê Ebû Akîleyê ket ji tivingeke piyadeyê ya M16yan ya otomatîk ya Amerîkayê çêkiriye derketiye, lê ev çek him ji hêla artêşa Îsraîlê û him jî hûcreyên aliyê Şerîaya Rojavayê va tê bikaranîn.
Rojnameya Yediot Ahranotê jî got Wezîrê Parastina Îsraîlê Benny Gantz ji rêvebiriya Filistînî guleya ku serê Ebû Akîleyê ketiye xwest ku lêkolîna balîstîk bê kirin.