PARÎS
Fransayê li Iraqê dest bi êrîşê kir û li hedefên DÎŞIyê dixe.
Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Elyseeyê hat dayîn, balafirên Fransayê li Iraqê hedefên DÎŞIyê xist.
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande duh ragihandibû ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ew ê ji bo têkoşîna bi DÎŞIyê re yekîneyên esmanî ve piştgiriyê bidin.
Hollande wiha gotibû: "Li ser bangewaziyê min biryar da ku ji bo têkoşîna bi DÎŞIyê re ji hewa ve destek wê bê dayîn. Ji bilî desteka esmanî em ê tiştekî nekin. Em ê yekîneyên bejahiyê neşînin û midaxale wê ji bejahiyê ve çênebe."
Li konferansa navneteweyî ya ku li Parîsê hatibû lidarxistin de hatibû gotin ku li gor daxwaza hikûmeta Iraqê ew dikarin alîkariya leşkerî bidin.