Esra Taşkın
11 Hezîran 2024•Rojanekirin: 12 Hezîran 2024
Li Parîsa paytexta Fransayê û li jarên din ên wî welatî, ji bo berteknîşandana li dijî rastgeriya tund welatî derketin kolanan.
Dijberên rastgiriya tund li bajarên Parîs, Lyon, Rennes, Bordo civiyan.
Di xwepêşandana li Parîsê de xwepêşandêran bertek nîşanî serketina rastgirên tund ên di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) da dan.
Xwepêşandêran ji bo hilbijartina ku gera wê ya yekem 30ê Hezîranê ye, banga wê yekê kirin ku serkeftina rastgirên tund were astengkirin.
Di xwepêşandanê da diruşmên weke tevî ku "(Serokê Fransa Emmanuel) Macron nexwaze jî, em ji bo rûmeta kedkaran û jiyaneke baştir li vir in" hatin xwendin.
Xwepêşandêran pankartên bi nivîsa "Eniya Gel", "Baldarî! Faşîzm" û "Hûn Min Natirsînin, Ji FN (Eniya Neteweyî) ra Na" vekirin. Hinek ji xwepêşandêran bi alayên Filistînê beşdarî xwepêşandanê bûn.
Çalakvana 24 salî Danîa Esmat a ku beşdarî xwepêşandana li Parîsê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û encamên hilbijartinên APyê nirxand û got, "Ez hatim protestoyê, ji ber ku ev rewşeke xedar e, bi rastî jî em di nava kabûsekê da ne."