Ekip
10 Hezîran 2024•Rojanekirin: 11 Hezîran 2024
Encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) hatin eşkerekirin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macronê ku partiya wî di hilbijartinan da bi rêjeyeke mezin têk çû biryara hilbijartinên pêşwext da.
- Fransa
Li Fransayê di hilbijartinên PEyê da Partiya Yekîtiya Neteweyî ya rastgir a tundrew (RN) bi rêjeya ji sedî 31,50î va di rêza yekemîn da cî girt, partiya Serokomar Emmanuel Macron Ronesansê jî bi rêjeya ji sedî 15,2yan va bû duyemîn.
Li ser vê têkçûnê Macron biryara hilbijartinên pêşwext da û got di navbera 30yê Hezîranê û 7ê Tîrmehê da hilbijartin wê bên kirin.
- Îtalya
Di hilbijartinên PEyê yên li Îtalyayê da jî partiya Serokwezîr Gîorgîa Meloniyê Birayên Îtalyayê (FdI) ji sedî 27,7an va qezenc kir û bû yekemîn.
Partiya Demokrat (PD) ya ku pêşengiya wê Elly Schleîn dike jî ji sedî 23,7an va bû duyemîn. Hat destnîşankirin ku PDyê li gor hilbijartinên giştî yên sala 2022an rayên xwe zêde kir.
- Belçîka
Serokwezîrê Belçîkayê Alexander de Croo di hilbijartinên giştî da ji ber têkçûna partiya xwe Flaman Open VLDyê xemgîniya xwe anî ziman û got ew ê îstifa bike.
Li gor nûçeyên medyaya netewî, De Croo di daxuyaniya xwe ya piştî encamên ewil ên hilbijartinê da wiha got: "Serketiyên vê hilbijartinê N-VA, Vlaams Belang û Vooruit in."
- Almanya
Lijneya Hilbijartinê ya Federal a Almanyayê encamên demkî yên hilbijartinên PEyê eşkere kir.
Li gor vê, li welêt Partiyên Yekîtiya Xristiyanan ên mihefezekar bi ser ketin.
Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ji sedî 23,7 û Partiya Yekîtiya Civakî ya Xrîstiyanan (CSU) jî ji sedî 6,3 deng hilda û bi giştî ji sedî 30 dengan va bi ser ketin.