ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê daxuyaniyên ku rêvebirên HDPyê piştî êrîşên bibombe yên li Kobanê dan wiha got: "Awayê siyasetê ya şûna ku spasiyê bike welatê xwe sûcdar dike, gelekî nelicî û wareste ye. Divê berdevkên HDPyê dev ji bêbextî û daxuyaniyên wiha vala, bêheqaniyet, ên ku gel dixapînin û tehrîk dikin berdin."
Akdogan ji ser hesaba xwe ya Twitterê der barê êrîşên bibombe yên li Kobanê de daxuyanî dan.
Arîkarê Serokwezîr Akdogan diyar kir ku Tirkiyeya ku êrîşên terorê yên li Kobanê şermezar ki her dem deriyê xwe ji bo sivîl û birîndarên ku ji bûyeran reviyan re vekir û nirxandina wiha dewam kir: "Digel vê yekê awayê siyasetê ya şûna ku spasiyê bike welatê xwe sûcdar dike, gelekî nelicî û wareste ye. Divê berdevkên HDPyê dev ji bêbextî û daxuyaniyên wiha vala, bêheqaniyet, ên ku gel dixapînin û tehrîk dikin berdin."