VATÎKAN
Bi peymana ku di navbera Vatîkan û Filistînê de hat îmzekirin ve Vatîkanê bi awayekî fermî Filistîn nas kir.
Meha borî hatibû ragihandin ku wê di navbera Filistîn û Vatîkanê de peymaneke berfireh bê îmzekirin û ew peyman li Qesra Papatiyê hat îmzekirin.
Sekreterê Têkiliyên Vatîkanê yên bi dewletên din re Monsenyor Paûl Rîchard Gallagher û Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad el-Malikî îmze kirin.
Ev peymana ku Vatîkan êdî Filistînê wek dewlet qebûl dike, bi piranî xebatên Dêra Katolîk a li ser erdê Filistînê eleqedar dike.