Haydar Şahin
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
NEW YORK
Li New Yorkê di roja ewil a salê da bi sedan kesî guh neda sir û seqemê û mayo li xwe kirin û ketin ava behrê.
Germahiya hewayê di binê sifirê da 8 pile bû lêbelê gelê New Yorkê kevneşopiya xwe xirab nekir û îsal dîsa bi sedan kes ketin ava Okyanusa Atlantîkê.
Qerebalixiya ku li Girava Coneyê civiya bi muzîk û reqsê va xwe berî ava motanî bûzê da.
Kuluba Hurçên Kutubê her sal li Girava Coneyê çalakiyê li dar dixe û bi bexşên ku li wê derê kom dike va jî xêr xêratê dike, hat ragihandin ku ew ê bexşa îsal ji bo hawirdoreke temîz xerc bikin.