Önder Beyter
02 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu pesna protestoyên li Îranê da û ji bo daxuyaniya Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ya "li paş xwepêşandanên li Îranê, Îsraîl heye" got ku derew e.
Netanyahu di xîtaba xwe ya ji bo xelkê Îranê da wiha got, "Min îro daxuyaniya Serokomarê Îranê Ruhanî bihîst ku dibêje li paş xwepêşandanên li Îranê, Îsraîl heye. Ev yek ne bi tenê derew di heman demê da komîk e jî."
Netanyahu îdia kir ku dewletên Ewropayê li hemberî bûyerên li Îranê xwe ker kirine ku welatê wî wê vê yekê neke û wiha axivî, "Çaxê ku rejima Îranê rûxiya ku ev yek wê bibe, mîna berê xelkê Îranê û xelkê Îsraîlê wê cardin bibin dost. Ez hêvîdar im ku xelkê Îranê wê di vê têkoşîna xwe ya bona azadiyê da bi ser bikeve."
Netanyahu pesnê xwepêşanderên îranî da û ew wekî "leheng" tewsîf kirin û herwiha rêveberiya Îranê tawanbar kir ku "rejimeke wehşî ye" û ji bo belavkirina "kîn û nefretê" bi milyaran dolar pere xerc dike.
Li bajarê Meşhedê yê Îranê roja pêncşemê bêyî bangewaziya partiyeke siyasî, grûbek jixweberê kom bûbû û dest bi protestokirina şert û mercên aboriyê kiribû. Dû ra vê xwepêşandanê dirûvê protestoyên dijî rejimê wergirtibû û belayî gelek bajaran bûbû.