KERKÛK
Gelê nahiyeya Tazexûrmatûyê ji ber gefa Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ya ku rêxistina terorê ye cih û warê xwe terikandin û xwe spartin Kerkûkê.
Di dîmen û wêneyên ku nûçegihanê AAyê ji li nahiyeya Tazexûrmatûyê kişand de ew herêma ku 15 hezar kes lê rûdinişt wek bajarekî wêran xuya dike. Di kuçe û kolanan de tu kes tuneye, dikan girtine, herêm bê deng e.
Gundê Beşîrê ku 5 kîlometre ji Tazexûrmatûyê dûr e piştî ku ket destê DÎŞIyê bi hezaran însanî, bi jin û zarok malên xwe terikandin û tevlî gelê Tazexûrmatûya ku piraniya wan jî şiiyên tirkmen in xwe spartin Kerkûka ku di bin kontrola pêşmergeyan de ye.
Yaşar Huseyînê ku malbata xwe li Kerkûkê bi cih kir ji bo hin lazimiyan careke din vegeriya mala xwe ya Tazexûrmatûyê diyar kir ku welatiyan ji ber gefa DÎŞIyê cih û warên xwe terikandine.
Fadîme Ehmeda ku ji heman nahiyeyê reviya jî şerê di navbera endamên DÎŞIyê û pêşmergeyan de bi bîr xist û destnîşan kir ku welatî dema ku dengê teqîn, şer, pevçûn û topan dibihîsin ditirsin û revê wek çareyekê dibînin.
- Pêşmerge û tirkemen di parastinê de ne
Ev nahiyeya ku li bakurê Kerkûkê ye û 15 kîlometre ji navendê dûr e û niha bi destê pêşmerge, polês û xortên tirkmenan ve tê parastin.