BAKU
Li Azerbeycanê saziyên perwerdeyê yên tê diyarkirin ku bi cemeata Fethûllah Gulen re têkildar in, hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ji Şirketa Neftê ya Dewletê ya Azerbeycanê (SOCAR) hat dayîn, di civîna damezrînerê Navenda Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Azerbeycanê (ÛEM) ya îro de biryra hat dayîn ku "Qûrsên Arazê û saziyên perwerdeyê yên girêdayî wê" yên di bin banê navendê de bên girtin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser dijwarî û maliyeta zêde ya "Qûrsên Arazê" û saziyên perwerdeyê yên girêdayî wê û hat destnîşan kirin ku ev sazî hatin feshkirin.
Dan zanîn ku xebatên Qursên Arazê dê heta ku ezmûnên qebûlkirina perwerdeya bilind biqedin dê berdewam bike, mafên qanûnî yên xebatkar û xwendekarên di van saziyên perwerdeyê yên ku hatin girtin de dê bên temînkirin.
Hat ragihandin ji bo ku xwendekar û mamosteyên di van saziyan de heta sala nû ya perwerdeyê li saziyek dim bên bicîkirin, çi hewce dike dê bê kirin.
SOCAr par Dezgeha Hîndekariyê ya Çagê ya ku aidê cemeata Gulen e, tevî xwe kiribû û bi navê Navenda Perwerdeyê ya Navneteweyî saziyeke nû ava kiribû. Bi vî awayî Qûrsên Arazê yên ku 13 şûbeyên wê hene, 10 lîse, gimnazyûmek û Zanîngeha Kafkasê yên ku girêdayî Dezgeha Hîndekariyê ya Çagê ne di bin banê Navenda Perwerdeyê ya Navneteweyî dest bi xebatê kiribûn.