Ahmet Aydın
02 Hezîran 2020•Rojanekirin: 03 Hezîran 2020
George Floydê welatiyê çermreş ê ku li DYAyê bi midaxeleya polîs fetisî û can da, li Îdlibê li ser dîwarê xaniyekî hat xêzkirin.
Hunermendê grafitiyê Ezîz Esmerê 36 salî ku li Binnîşa navçeya Îdlibê dijî, bi xêzkirina mijarên di rojeva Sûriye û cîhanê li ser dîwarên xaniyên ku di bordûmana rejima Esed de ruxayane, namiwer bûye.

Esmer vê qanê jî li Binneşê li ser dîwarê xaniyekî xirbe, wêneyê George Floydê ku li bajarê Minneapolîsa eyaleta Minnesotaya DYAyê di encama midaxeleya polîs de fetisî xêzand.
Di grafitiya ku ji asîmanan ve bi droneyan dîmenên wê hat girtin de, li tenişt firyada George Floyd ku gotibû "Nefesê nastînim" îfadeya "Na bo nijadperestiyê" jî cih girt.
Hunermend Esmer di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de çalakiyên nijadperestane yên li dijî welatiyên çermreş ên li DYAyê şermezar kir û anî ziman ku bi mebesta nîşandana piştevaniyê ew wêne xêzandiye.

Esmer got, "Ez hêvîdarim kuştar û zordestiya li cîhanê biqede. Civaka navneteweyî, ev 10 sale li hember kuştinên li Sûriyeyê bê deng e û hêviyên me şikandin. Lêbelê weke erka me ya miroveyetiyê û herwiha ji ber ku em parêzvanên aşitîyê ne, em piştgirên mijarên mirovî ne."