Haydar Şahin
02 Hezîran 2020•Rojanekirin: 03 Hezîran 2020
Mîralay Mihemed Kanunuyê Berdevkê Artêşa Libyayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku artêşê di 24 saetên dawîn da 5 operasyonên ji hewayê li dorberê Esabîaya li başûrê Trablusê kirin, di operasyonan da 12 milîsên Xelîfe Hefterê derbekar ê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê welêt berteref kirin.
Wekî mayîn Kanunu got ku 7 wesayîtên eskerî yên milîsan, wesayîteke cebilxaneyê û wesayîteke bizirx a malê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb hatin îmhekirin.
Berdevk Kanunu di daxuyaniyê da wiha got: "Hêzên me yên qehreman li tangên Halle û Halatatê bi bi hêzdarî pêş dikevin û dikevin hêlînên milîsên Hefter."