HELEB (AA) - Hat ragihandin ku di êrîşên firokeyên artêşa Sûriyeyê yên bi bombeya warêlê ên li ser Helebê da hejmara kuştiyan gihîşte 85an.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) da hat diyarkirin ku firokeyên artêşa rejimê destê sibê bi bombeyên werêlê êrîşî El-Baba navçeya Helebê ya ku di destê DAEŞê da ye kirin û di êrîşê da herî kêm 70 kes mirin û 90 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hêzên rejimê 3 bombeyên warêlê jî avêtin Taxa Eş-Şearê û li gor agahiyan êrîşê da 15 kes mirin û 20 kes jî birîndar ketin.
Der barê heman êrîşê da li gor agahiyên ewil yên beriya vê hatibû destnîşankirin ku 54 kes mirin.