ANKARA
Biryara Saziya Verastkirin û Kontrolkirina Bankeyan (BDDK) ya der heqê Bank Asyayê da dibêje ku heqên rêvebirin û kontrolkirinê, dewirkirina hinekên wê an jî tevahiyê wê, firotin an jî gihandina hev dewrî Fona Saziya Mewduatên Teserufê (TMSF) bikin di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor biryara ku BDDKyê di 29ê gulana 2015an da dabû qirar hat dayîn ku di encama kontrolên di çarçovaya Qanûna Bankayan ya bi hejmara 5411î yên li ser Bank Asyayê da heqên rêvebirin û kontrolkirinê, daxistina ji sermiyeya şirîkan a zirara ku heye, dewirkirina hinekên wê an jî tevahiya wê, firotin an jî gihandina hev li gor xala 71ê ya Qanûnê dewrî Fona Saziya Mewduatên Teserufê (TMSF) bikin.