28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
WASHINGTON
Albay Jeff Davîsê berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) got ku wan li ser daxwaza Serokê DYAyê Donald Trump der barê têkoşîna dijî DEAŞê de planek amade kirine ku têkoşîna dijî rêxistinê zûtir bimeşe û wan halê pêşîn a vê planê ya ku ji Pentagonê dihat xwestin ji Qesra Spî re şandiye.
Davîs ji rojnamevanan re got ku ji bo xebatan plan gaveke ewil e û hûrgiliyên planê wê neyên eşkerekirin.
Davîs daxuyand ku Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs wê îro ji rayedarên Qesra Spî re der barê planê de agahiyan bide.
Davîs destnîşan kir ku ev plan ne xebata giştiye, bi tenê çarçoveyeke halê ewil e û wiha dewam kir: "Ya duduyan ev plan ne bi tenê planeke leşkerî ye, ew di heman demê de planeke aboriyê, dîplomasiyê, îstixbaratê, sîber û kamuyê ye. Ya sisêyan jî ev plan bi tenê der barê Sûriye û Iraqê de nîne, di heman demê de planeke navbera herêman de ye. DEAŞê bi çarçoveyeke kurewî ve têkbirinê re eleqedar e."
-Tirkiye û Rûsya di planê de cih digre
Davîs bi bîr xist ku plan wê veşartî bimîne û di serî de Tirkiye û Rûsya welatên li herêmê dijî DEAŞê têkoşînê didin jî di planê de cih digrin.
Davîs got ku angajmanên dîplomatîk ên bi van welatan re jî perçeyeke girîng a vê planê ye.
Li ser pirsa "Der barê Reqayê ji DEAŞê stendinê de nexşerêyek di planê de heye an na?" bêbersiv ma.