28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
CENEVRE
Di 5emîn roja gotûbêjên Sûriyeyê ya ku li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê dewam dike da şandeya muxalefetê bi teklîfeke hember va bersiv dan pêşniyazên Nûnerê Taybet ê NYyê yê Sûriyeyê Staffan De Mistura.
Muxalifan ragihandin ku wan, delîlên der heqê hevkariya rejima Beşşar Esed û rêxistina terorê DEAŞê da radestî Mistura kirin.
Şandeyê bersiv da helwesta nû ya Mistura ku di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya NYyê ya 2254ê da nexşerêya siyasî di xwe da dihewîne ku li gorî vê, dê rêveberiya demkî bê sazkirin û herwiha ev rêveberî dê destûrê amade bike û welat bibe hilbijartinê.
Muxalifan ji bo pêşniyaza Mistura a di heman demê da gotûbêjkirina sê mijaran wiha bersiv da, "Pêşiyê em di mijara rêveberiya demkî da pêş bekivin. Heger niyeta qenc xuya bike, paşê em li ser ên mayîn jî rawestin."
Mistura jî bona nirxandina rewşê ji muxalifan wext taleb kir.
Hevdîtina bi Rûsyayê ra
Nasir el-Harîrî, gotûbêj wekî "erênî" tewsîf kir û diyar kir ku ewê sibê digel şandeya Rûsyayê bicivin û herwiha ewê ji Rûsyayê daxwaz bikin ku li ser rejimê bêtir zextê bikin.
Delîlên rejim-DEAŞê hatin pêşkêşkirin
Ji bo pirsa, "Şandeya rejimê heger şûna rêveberiya demkî ya siyasî, li ser têkoşîna dijî terorê pêkutiyê bike, wê çi be?, Harîrî wiha bersiv da, "Rejim bo ku rê li ber ASAyê bigire û nehêle bi DEAŞê ra şer bike, herêma tampon ava dike. Naxwaze ku ASA li hemberî DEAŞê serkeftinê rabigihîne. Ji ber hindê herêma tampon ava dike."
Harîrî diyar kir ku di destê wan da der barê hevkariya rejim û DEAŞê da delîl hene û wan ev delîl radestî Mistura kirin.