Sabri Kesen
07 Hezîran 2025•Rojanekirin: 08 Hezîran 2025
Bi sedan heciyên ku li xaka pîroz peywira xwe ya hecê tînin cih, di roja duyem a Eyda Qurbanê da jî şeytan da ber keviran.
Heciyên qefle qefleyî çûn Cemeratê, li vir her yekî heft kevir avêtin "şeytanê piçûk, navîn û mezin."
Piştî ku kevir avêtin şeytan, beşek ji heciyan çûn Kabeyê û tewafa ziyaretê pêk anîn, hinek jî çûn otêlên xwe ku vehesin.
Hecî dê di roja sêyem a Eyda Qurbanê da jî şeytan bidin ber keviran.