Önder Beyter
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ANKARA
Nivîskar û aktîvîstê Îsraîlî Miko Peled diyar kir ku Îsraîl bi ekîpmanên herî pêşketî ên askerî va 2 milyon însanên bêpişt bombebaran dike û wiha dewam kir, "Îja niha ev in terorîst. Ew leheng in ji ber ku li hemberî van çekên muthîş li ber xwe didin. Heçî ku rêxistina terorîst e ew jî artêşa Îsraîlê ye. Yê ku fealiyetên terorê dimeşînin ew in û dema Serokomar Erdogan got 'Îsraîl dewleteke terorîst e' tişta herî heq a dinyayê got. Qet nebe yekî turuş kir û ev yek got. Ji ber ku li dinyayê gelek serok ditirsin vê yekê bînin ziman."
Konferansa "Ji çavê kurê General Quds" ku Zanîngeha Bahçeşehîrê li dar xist li Holiday Inn Otêlê bi rê va çû.
Miko Peled diyar kir dema ku di 1948an da dewleta Îsraîlê hat avakirin, nêzîkî ji sedî 80yî Filistînê hat dagirkirin û navê vê xakê wekî Îsraîl hat guhertin, ango dagirkeran navê "Îsraîl"ê li Filistînê kir. Peled bal kişand ku di sala 1967an da jî Îsraîlê êdî dagirkirina Filistînê temam kir û wiha pê da çû, "Îro roj îfadeya xaka Filistînê ya dagirkirî pir tê emilandin. Nexwe xakeke Filistînê ya nedagirkirî heye? Ma ên mayîn azad in? Dagirkirinê di 1967an da dest pê nekir, dagirkirina Filistînê bi dawî bû, Îsraîlê dagirkirin kuta kir û li ser tevahiya xaka Filistînê dewletek ava kir."
Peled bal kişand ku ji ber tunelan Filistînî tên rexnekirin, lêbelê di tunelan da derman û xidayê dibin û tînin û wiha dewam kir, "Bi ekîpmanên herî pêşketî ên leşkerî va 2 milyon însanên bêpişt tên bombebarankirin. Em behsa bi milyonan ton bombe dikin. Bombeyeke tonek giran dikare zirarê bide hemû bajêr. Evqas bombo davêjin ser însanên bêpişt û bêartêş. Îja niha ev in terorîst. Ew leheng in ji ber ku li hemberî van çekên muthîş li ber xwe didin. Heçî ku rêxistina terorîst e ew jî artêşa Îsraîlê ye. Yê ku fealiyetên terorê dimeşînin ew in û dema Serokomar Erdogan got 'Îsraîl dewleteke terorîst e' tişta herî heq a dinyayê got. Qet nebe yekî turuş kir û ev yek got. Ji ber ku li dinyayê gelek serok ditirsin vê yekê bînin ziman."