Dîlîpak beşdarî konferansa ku bi destê nûnertiya Çagri-Dera Zonguldakê hat lidarxistin bû. Dîlîpak di konferansa "Li Pêşberî Wesayeta Kurewî Misilman" de axivî û got ku heta ku li ser rûyê dinyayê edalet û aştî çênebe tu kes nikare azad bibe.
Dîlîpak got ku heta ku edalet tunebe aştî çênabe. Aştiya bêedelet bindestî ye, ew ne azadî ye û wiha dewam kir: "Yên pêşiyê gotine 'bingeha hebûnê edalet e.' Îro nêzîkî nîvê hasilaya nesafî ya neteweyî diçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku serjimara wê 300 milyon e. Nîvê nîvê hasilayê ji Ewropayê re tê veqetandin, nîvê nîvê mayî jî ji Çîn, Japonya û Koreyê re tê şandin. Yê mayî jî para dinyaya îslamê ya ku serjimara wê milyonek û nîv e . Hatiniya dinyaya îslamê bi qasî ya Almayayê jî nîne. Di dinyayeke wiha bêedalet de mirov nikare bijî."
Dîlîpak da zanîn ku rojavayî bi aqil û keda xwe nebûne xwediyê servetên mezin û wiha dewam kir: "Di sedsala dawîn de 3 şerên cîhanê diyarî dunyayê kirin. Sedema vî şerî parvekirina serweta dinyayê ye."