ANKARA
Pispor, diyar dikin ku piştî kontrola Kobanê ya bajarê Sûriyeyê ji destê DÎŞIyê hat sitandin li herêmê dê ji bo damezrandina "dewletê" dest bi xebatan kirin.
Navenda herêma Kobanê ya ku herî zêde kurd lê dijîn, ji destê DÎŞIyê hat xilaskirin. Niha li ser bûyerên ku heta vê gavê li herêmê qewimîn û pêşeroja herêmê hevdîtin tên kirin.
Di vê çarçoveyê de pisporan li ser geşedanên li herêmê û stratejiyên der heqê herêmê de daxuyanî dan nûçegihanên AAyê.
- Dê destûrê nedin ku "Sûriyeya Bakur" bê avakirin
Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Ozyegînê Prof. Dr. Mesût Hakki Caşin got ku dê Tirkiye nehêle ku li nêzî sînorê wê wek Iraqa Bakur, Sûriyeya Bakur jî bê damezirandin.
Caşin destnîşan kir ku dê Rojava "bi rêya propogandayên derew zorê bide Trikiyeyê" û wiha dewam kir: "Dixwazin ji aliyê Kobanê û Cizîrê ve dest bi xebatên damezrandina kantonan bikin. Lê belê Tirkiye dê destûre nede ku Sûriyeya Bakûr bê damezirandin. Her wiha mijara herî girîng a Sûriyeyê Heleb e. Tê gotin Heleba ku nêzî milyon û nîvek însan lê dijî dike ku bikeve."
Caşin got ku niha li herêmê PYD û PKK hevkariyê dikin û rewş wiha nirxand: "Destûrê didin mitefîkan ku karibin propagandaya PKKyê ku di nav rêxistinên navneteweyî yên terorê de ye bikin. Her wiha bi saya şerê PYD û PKKyê yê li dijî DÎŞIyê; niha PKKyî wek şervanên azadiyê tên dîtin. Ev dîtina han xurt bû."
-"Li herêmê dixwazin hêza Tirkiyeyê bişkênin"
Serokê Enstîtuya Hizrê ya Stratejîk (EHS) Alk. Doç. Dr. Mehmet Şahîn got ku tevgerên kurd dixwazin piştî şerê Kobanê li herêmê bigihêjin encameke siyasî. Şahîn bi bîr xist ku Tirkiyeyê ji bo ku kurd li Kobanê dijî DÎŞIyê bi ser bikevin alîkarî da û wiha got: "Lê dixwazin Tirkiyeyê di vê mijarê de tune bihesibînin. Dixwazin bi rêya Kobanê li Tirkiyeyê jî bigihêjin encameke siyasî. Rizgarkirina Kobanê him ji bo Tirkiyeyê him jî ji bo Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji hêla siyasî ve girîng e. Lewra bandora herêmê li ser her du welatan jî heye. Heta ku Tirkiye piştavaniyê neke, pêkan nîne ku li herêmê dewletek bê damezirandin."
-Kobanê derdixin pêş
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Doç. Dr. Şaban Kardaş got ku kurdên ku li bakurê Sûriyeyê dijîn aloziya Sûriyeyê wekî firsendekê dibînin û li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.
Kardaş gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên der heqê Kobanê de bi bîr xist, "Çima em her tim qala Kobanê dikin, çima em der barê Mûsil û Dihokê de naaxivin? Hema em radibin rûdinên dibêjin Kobanê" û wiha dewam kir: "Heke hûn vê mijarê tenê wek serxwebûna siyasî ya kurdan binirxînin, dê ev bandoreke neyînî li ser berxwedana mezin a Sûriyeyê bike. Erdogan peyamê tenê ji Kurdan re naşîne di heman demê de ji aktorên navneteweyî re jî dişîne."
- "Li Helebê jî qeyraneke hê mezintir heye"
Endamê Hîndekariyê yê Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Mehmet Akîf Okûr got dixwazin li bakurê Sûriyeyê dewletekê damezrînin, heta ji ber vê yekê Kobanê wek nîşaneyekê dibînin û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê damezrandina dewletekê ji bo Tirkiyeyê xetere ye. Li vir mimkun nîne ku tena serê xwe ji bo damezrandina dewletekê hewl bidin, teqez alîkariyeke navneteweyî heye."
Pisporê Saziya lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî (USAK) Mehmet Yegîn got:
"DYA wiha difikire, Tirkiyeyê çawa ku têkiliyên xwe li ser aboriyê bi herêma Kurdistanê re xurt kir, dê wisa bi Sûriyeyê re jî xurt bike. DYA difikire ku ev hizra wê rast e."